Artêşa Tirkiyê ji xelkê gundê Xelîfaniyê xwest ku terka gund bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312833-artêşa_tirkiyê_ji_xelkê_gundê_xelîfaniyê_xwest_ku_terka_gund_bikin
Hêzên artêşa Tirkiyê ku hejhmara wan 30 leşker û serleşker in ji dûr va gulle reşandin ser gundekî ser bi navçeya Soranê ya Herêma Kurdistanê û piştre ji xelkê xwestin ku vî gundî biterkînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2020 06:48 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê ji xelkê gundê Xelîfaniyê xwest ku terka gund bikin

Hêzên artêşa Tirkiyê ku hejhmara wan 30 leşker û serleşker in ji dûr va gulle reşandin ser gundekî ser bi navçeya Soranê ya Herêma Kurdistanê û piştre ji xelkê xwestin ku vî gundî biterkînin.

Çavkaniyekî taybet li navçeya Xelîfanê ya ser bi navçeya Soranê ragihand ku êvara duh komeke çekdarên Tirkiyê ya pêkhatî ji 30 çekdaran ji dûr va gulle reşandin ser gundê Xelîfanê.

Wî her wiha ragihand ku piştre ev çekdar çûne nav gund û ji xelkê xwestine ku gund vala bikin, lê xelkê gund guh nedane û nexwestine ku di vê sirr û sexema Zivistanê da terka cihwarê xwe bikin.