Swêd amade ye peywendîyên bazirganî yên digel Herêma Kurdistanê geş bike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê nû yê Swêdê li Iraqê hevdîtinek pêk anîn û Balyozê Swêdê di wê hevdîtinê de ragihand ku welatê wî amade ye peywendîyên bazirganî digel Herêma Kurdistana Iraqê berfire bike.
Ligorî daxûyanîya Serokwezîrtîya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê digel Balyozê nû yê Swêdê li Iraqê civîya û her du alîyan di wê hevdîtinê de derbarê rewşa nika ya Iraqê û peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê da gotûbêj kirin.
Ligorî daxûyanîyê, her du alîyan pêgirî ser pêwîstîya pêkanîna istiqrarê li Iraqê û herêmê kirin.
Balyozê Swêdê di wê hevdîtinê de ragihand ku welatê wî amade ye peywendîyên bazirganî digel Herêma Kurdistanê berfire bike û berhemînerên welatê xwe jî jibo karkirina li Herêma Kurdistanê han bide.