Şandeya Rûsyayê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312716-Şandeya_rûsyayê_bi_serokê_herêma_kurdistanê_re_civiya
Şandeya Bilind a Rûsyayê li Hewlêr bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 09:08 Asia/Tehran
  • Şandeya Rûsyayê bi Serokê Herêma Kurdistanê re civiya

Şandeya Bilind a Rûsyayê li Hewlêr bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Şanda Bilind a Rûsyayê ya ji Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov, Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maksîm Maksîmov, Rêveberê Giştî yê Gazprom Neftê Sergey Petrov, Rêveberê Cîbicîkarê Gazprom Neft Vadîm Yakovlev, Serokê Bazirganiya Navdewletî Viaçeslav Nîkonorov, Serokê Projeyên Rojhilata Navîn Sergey Karavayev û çend berpirsên din ên siyasî, ewlehî û aborî pêk tê ji bo hilkolandin û berfirekirina  pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê û gotûbêja ser rewşa navçê bi taybet bakura Sûriyê li Hewlêrê ye.

Di vê çarçoveyê de Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mikhail Bogdanov û şandeya pêre bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek pêk anî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek weşand, diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî û Mikhail Bogdanov têkiliyên Hewlêr-Moskow, rewşa Iraqê, Sûriyê, Kurdên Sûriyê û paşeroja wan gotûbêj kirine.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Nêçîrvan Barzanî ji bo serokwezîrê nû yê Rûsyayê pîrozbahî li Bogdanov kir û tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî yên bi Rûsyayê re kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha pesnê kar û çalakiyên şîrketa Gazprom a Rûsyayê di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê da û ji ber wan çalakiyan destxweşî li Rûsyayê kir.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Rewşa Iraqê jî hat gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya hewldanên ji bo aramkirina aloziyên li navçeyê û nekirina Iraqê wek qada pirsgirêk û rageşyên biyanî hat kirin. Her du aliyan behsa xwepêşandanan û hewlên ji bo diyarkirina srokwezîrê nû yê Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û giringiya hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên nakok kirin.”

Di daxuyaniyê de her wiha îşaret bi wê yekê hatiye kirin, ku Nêçîrvan Barzanî û Mikhail Bogdanov di vê hevdîtinê de, Rewşa Sûriyê û hebûna hêzên navdewletî, pirsa Kurd û pêşeroja Kurdan di çarçoveya Sûriyê de û rola Rûsyayê li Sûriyê gotûbêj kirin.