Her mehê 10 milyon dular qezanca qaçaxa cigarê bo Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312599-her_mehê_10_milyon_dular_qezanca_qaçaxa_cigarê_bo_herêma_kurdistanê
Endamekî parlemana Kurdistana Iraqê raghand meqerên sînorî bûne navendek bo qaçaxê û milyûnêrkirina çend berpirs û kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2020 12:11 Asia/Tehran
  • Her mehê 10 milyon dular qezanca qaçaxa cigarê bo Herêma Kurdistanê

Endamekî parlemana Kurdistana Iraqê raghand meqerên sînorî bûne navendek bo qaçaxê û milyûnêrkirina çend berpirs û kesan.

Elî Heme Salih, endamê parlemana  Kurdistanê li nivîsarekê li hejmara taybet a xwe li tora civakî ya Facebookê belav kir ku derbasgehên sînorî bûne navendek bo qaçaxê û milyûnêrkirina çend berpirs û kesan.  ev rewşa gendeliyê li hemî derbasgehên sînorî de hene û her yek bi şêwazên cuda. 

Elî Heme Salih her wiha dibêje: sedî 80 cigare bi qaçax  derbasî herêmê dibe û her mehê 10 milyon dola qazanca qaçaxa cigarê ye. Wî her wiha  diyar kir: Ev doz hemî tên hilkolandin. Ji Îbrahîm Xelîl û Simêlka heta Başmaxê min her çi dîtiye bûne navenda fesad û gendeliyê, hemî berpirsên hikûmetê bi vê dosiya metirsîdar hesiyane lê heta niha ew yeka didome. 

Gotinên Elî Heme Salih li halekê ne ku îro Awat Şêx Cenab, wezîrê heyîtî û aboriyê yê Herêma Kurdistanê li nivîsarekê de sipas û qedrzanî ji hemî kedkarên rêveberiyê yên gumruka Herêma Kurdistanê kir. 

Elî Heme Salih her wiha eşkere kir ku niha li derve gumruka Başmaxê bi palpiştiya hêzên Asayişê cigare tê qaçaxkirin.