Serokê Herêma Kurdistanê digel Wezîrê Karên Derve yê Umanê civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i312517-serokê_herêma_kurdistanê_digel_wezîrê_karên_derve_yê_umanê_civîya
Serokê Herêma Kurdistanê îro di dewama hevdîtinên digel rayedarên cîhanê yên pişikdarê civîna Civata Cîhanî ya borê li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Umanê re hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê digel Wezîrê Karên Derve yê Umanê civîya

Serokê Herêma Kurdistanê îro di dewama hevdîtinên digel rayedarên cîhanê yên pişikdarê civîna Civata Cîhanî ya borê li Davosê bi Wezîrê Karên Derve yê Umanê re hevdîtin pêk anî.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro di hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Umanê de ji ber koça dawîyê ya Siltan Qabûs Paşayê wî welatî sersaxî dayê û destpêkirina karê Paşayê nû jî lê pîroz kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê hez dike peywendîyên digel Umanê berfire bike. 

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Umanê di vê hevdîtinê de herwiha dawîn rewşa Iraqê û navçê û bandora alozîyan ser aramî û istiqrarê, berfirekirina hewildanên jibo aramkirina gêreyan, gef û metirsîyên ji ber serîhildana têrorîsmê, peywendîyên Hewlêr-Bexdayê û gotûbêjên jibo çareserkirina kêşeyên di navbera her du alîyan de, helwest û sîyaseta aramîxwazîya Umanê li herêmê û peywendîyên wî welatî digel welatên navçê û cîhanê hatin hilkolandin.