Hikûmeta Herêma Kurdistanê tivdîrên girtina pêşîya xwedizîna ji baca gumrikê dişidîne
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê pêgirîyê dike ku bila sazî û dezgehên hikûmî û şirketên pişka nehikûmî bi awayekî pirofişinal û di çarçova qanûn û rênimayîyan de çavdêrîya tam ser hesaban bikin û mal û milk û heyîtî û maşînên hikûmetê jibo berjewendîyên giştî werin bikaranînê.
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe da plana peyrewîya çavdêrîya hûr ser hesaban li Herêma Kurdistanê hilêxist ku taybet e bi pêşeya hesabkirina qanûnî ku karê çavdêrîya hûr ser bûceya şirketan bi mebesta rêkxistina bacê were kirinê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêgirî kir ku wek pişkeke hêlên giştî yên kabîna nehem û çaksazîya di derhatan da û bo giritna rê li ber xwevedizîna ji dayîna baca fermî ya gumrikê ku pişkeke derhata giştî pêk tîne, herwiha jibo ku binkeyên bac û gumrikê agahîyên durist derbarê projeyên bacderan bidest bixin, pêwîst e ku dezgehên hikûmî û şirketên nehikûmî bi awayekî pirofişinal û di çarçova qanûn û rênimayîyan da bi hevahengîya digel Wezareta Darayî û Aborîyê çavdêrîya hûr bikin ser karê hesabkirinê bi mebesta hêsankirina karên bacê.
Mesrûr Barzanî herwiha got: Divê Dezgeha Bilind a Perwerdekirina Hesabpirs û Çavdêran jî bi mebesta perwerdekirina akadêmîk û zanistî ya wan kesana tevlî Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî were kirinê.
Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê piştî hilkolandinê ew projeyasa pesend kir.