Civîna YNK û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê li Silêmanîyê destpê bû
Desteyeke pillebilind a Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê îro li Silêmanîyê bi hejmarek endamên pillebilind ên Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê re civîya.
Civîna di navbera desteya pillebilind a Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û hejmarek endamên pillebilind ên YNK bi serokatîya Kusret Resûl Ekî Serokê Civata Bilind a Sîyasî û Berjewendîyên YNK û Selahedîn Behaedîn Sêkrêtêrê Yekgirtûya Isalmî ya Kurdistanê hat lidarxistin.
Çavkanîyekî agahdar di wê civînê de li Malpera Xendanê re ragihand: Di wê civînê de peywendîyên di navbera YNK û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û çawanîya geşepêdana wan hatin hilkolandinê.
Her du alîyan herwiha derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, dawîn alûgurên navçê û rêkxistina zêdetir a Kurdan jibo sekinîna himberî her pêşhatekê de gotûbêj kirin.