Mamosteyên teyînnekirî li Kerkûkê dest bi xwenîşandanê kirin
Çile 23, 2020 10:31 Asia/Tehran
Mamosteyên netayînkirî li Kerkûkê bi armanca ibtalkirina lîsteya tayînbûyîyên wî şarî li ber Rêvebirîya Giştî ya Perwerdê dest bi xwenîşandanê kirin.
Civata Mamosteyên Teyînnebûyî ya Kerkûkê di daxûyanîyekê derbarê armanca wê xwenîşandanê de ragihand: Mamosteyên teyînnebûyî 3 roj mecal dan alîyên peywendîdar û Wezareta Perwerdê jibo ku venihêrînê di wê lîsteyê de bikin lê bersiva nehat dayînê, lewma mamosteyên netayînkirî li Kerkûkê îro li ber Rêvebirîya Giştî ya Perwerdê dest bi xwenîşandanê kirin.