Şirketeke Niftê ya Ingilîsê ji Kerkûkê vekişîya
Şirketa Niftê ya BP ya Ingilîsê ku li meydanên niftê yên Kerkûkê kar dikir, karê xwe rawestand û ji Kerkûkê vekişîya.
Serokê berê yê Lêjneya Nift û Gazê ya Parêzgarîya Kerkûkê Ehmed Eskerî di hevpeyvîna digel Roj News`ê de got: Şirketa Niftê ya BP ya Ingilîsê duh ji meydanên niftê yên Kerkûkê vekişîya, ku ligorî bawera min di navbera wê û şirketên niftê yên ûris de nakokî hebû, Şirketa Niftê ya BP ya Ingilîsê berî vîya daxwaz kirîye ku li hemî meydanên niftê yên Kerkûkê kar bike lê tenê çend meydanên niftê danê, biryar bû ku ew şirketa ingilîsî kar bike jibo ku asta firotina nifta Kerkûkê bigihîne du qatî û alavên derxistina niftê jî nû bike.
Şirketa Niftê ya BP ya Ingilîsê ji sala 2013`ê va li Kerkûkê kar dikir, bi nêzîkbûna DAIŞ`ê li kerkûkê ew şirketa ji Kerkûkê vekişîya, lê piştî 16`ê Cotmehê zivirî Kerkûkê û li meydanên niftê yên Cembûr û Bayhesenê kar dikir.