Nêçîrvan Barzanî: Têror û serîhildana DAIŞ`ê, gefeka rastîn e
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê û şandeke bilind a serbaziyê yê Brîtanyayê civiyan û ser hevkariyên hevpeymaniya navdewletî tev Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî wekilnad ku teror û serîhildana DAIŞ`ê gefeka rasteqîn e ku derbê li seqamgîriya Iraqê û navçê dike û bona rûbirûbûna wan Iraq û Herêma Kurdistanê hîn jî pêwîstiya wan bi hevkarî û piştgiriya hevpeymaniya navdewletî dijî DAIŞ`ê heye.
Wî her wiha amaje kir ku berfirehbûna tevgera vê dawiyê ya DAIŞê bi taybet li navçên xala 140ê û giringiya hevkarî û hevahengiyê navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rawestana li hember wan û rola hevpeymaniya navdewletî babeteke din a vê civînê bûye.
Her wiha behsa kêmkirina şîdet û kêşeyan, peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê, babeteka din a vê civînê bû ku têde ser dewama hekariyên navbera Brîtanyayê tev Iraq û Herêma Kurdistanê hatite teqezkirin.