Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê êrişî Şengalê kirin
Çile 15, 2020 13:34 Asia/Tehran
Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê bajaroka Dugir ya Şengalê bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranê de agihiyên berfireh nehatin bidest xistin.
Îro çarşemiyê, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê baregeha Yekînên Berxwedanê ya Şengalê (YBŞ) li qezaya Dugirê ser bi nahiya Sinûnê dan ber bombeyan.
Çavkaniyên curbicur dibêjin ku bordumanên hanê xisar lê ketine lê agihiyên berfireh nehatin bidestxistin.
Vê dawiyê Tirkiyê êrişên xwe bi mehneya hebûan PKK ser Herêma Kurdistanê berfireh kirine.
Beşa ragihandinê ya agahiyên şer li Iraqê jî ragihand ku pênc şervanên YBŞ li encama êrişa Tirkiyê canê xwe ji dest dane.