Pêgirîya YNK ser rêzgirtina li serwerîya Îranê
Endamekî pillebilind ê YNK pêgirî kir ku Hewlêr dê rê nede ji Herêma Kurdistanê karek dijî Komara Islamî ya Îranê bê kirinê.
Salih Feqê endamê pillebilind ê YNK îro pêgirî kir ku Hewlêrê peywendîyên baş digel Têhranê hene û got ku helwesta Hewlêrê ser bingeha cinaretîya baş û rêzgirtina li serwerîya cînaran nemaze Îranê ye.
Wî herwiha got: "Sîyaseta cinaretîya baş dibe sebeb ku Herêma Kurdistanê rê nede ew Herêma jibo êrişa ser welatên cînar were bikaranînê."
Îranê wek zilhêzeke navçê peywendîyên dîrokî û dêrîn digel Herêma Kurdistana Iraqê hene.
Ligorî mukurhatina rayedarên Herêma Kurdistanê, piştgirîyên hertimî yên Îranê ji Kurdan di qonaxên hestyar û dîrokî de erêkirina maf û pişka wan li hikûmeta Iraqê, bûne sedem ku her du alîyan peywendîyên dostane hebin.