Civata Rêvebirîya nû ya YNK yekem civîna xwe lidar xist
Endamên nû yên Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK yekem civîna xwe piştî Kongira Çaran destpê kirin.
Ligorî rapora Kanala Rûdawê, Endamên nû yên Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK yekem civîna xwe li şarê Silêmanîyê bi serokatîya Mistefa Çavreş endamên herîbiemir piştî Kongira Çaran lidar xistin.
Pola Talebanî endamekî wê civatê ragihand ku Civata Rêvebirîya YNK meseleya gunertina rêziknama partîyê, kivşkirina rêber û cîgirên rêberê partîyê û herwiha serokatîya dayimî ya civatê hilkolandin û ligorî ihtimalê dê hin komîte di vî warî da werin pêkanînê.
Nika 50 endamên Civata Giştî ya Rêvebirîya YNK ji endamên berê yên wê civatê ne û tevî ku divîya ligorî rêziknamê hejmara endaman 121 kes be di Kongira Çaran de 121 kes bi dengdanê hatin hilbijartinê û Berhem Salih Serokomarê Iraqê, Rêwaz Faiq Seroka Parlimana Herêma Kurdistanê û Qubad Talibanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bêyî dengdanê weke endam hatin bijartinê û nika hejmara endaman giheştîye 124 kesan.