Kompanîyeka amerîkî karê xwe li Herêma Kurdistanê rawestand
Çile 07, 2020 13:43 Asia/Tehran
Bidû gurrbûna gêreyê di navbera Bexda û Waşîngtonê de, şirketa niftê ya Chevron a amerîkî personelên xwe yên bîyanî ji Herêma Kurdistanê derxistin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, şirketa niftê ya Chevron a amerîkî îro ragihand ku wek pêngava pêşîlêgir, personel û peymankarên xwe yên bîyanî ji Herêma Kurdistana Iraqê derdixe.
Ew pêngava şirketa Chevron a amerîkî bidû cinayeta Amerîkayê ya têrora Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî û Cîgirê Fermandarê Heşdi Şeibîya Iraqê tê.