Peyama sersaxiyê ya Nîçîrvan Barzanî bo rêberê giranqedrê Inqilabê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311987-peyama_sersaxiyê_ya_nîçîrvan_barzanî_bo_rêberê_giranqedrê_inqilabê
Serokê Herêma Kurdistan Iraqê bi şandin nameyekê bi boneya şehadeta Serdar sulêymanî sersaxî da rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2020 16:58 Asia/Tehran
  •  Peyama  sersaxiyê ya Nîçîrvan Barzanî bo rêberê giranqedrê Inqilabê

Serokê Herêma Kurdistan Iraqê bi şandin nameyekê bi boneya şehadeta Serdar sulêymanî sersaxî da rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî.

Naveroka vê peyamê eva ye:

 Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 Înna Lîllah û Înna Îleyhê Raciûn

 Rêberê giranqedr ê Komara Îslamî ya  Îranê, hezretê ayetullah Xamineyî

 Silav û rêz

Bûyera jidestdayîna serdar Hecî Qasim Sulêymanî xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê xemgîn û dilgiran kir. Ew li bereya şerê li hember dîktatoriyê piştgir û hevçeperê me li dijî Koma terorîstî ya DAIŞ`ê bûye ku bi caran hemî rayedarên Iraqê û Herêmê qedrzanê zehmetî û fîdakariya wî  bûne. Ez ji aliyê xwe û gelê Herêma Kurdistanê vesersaxiyê dibêjim te û malbata wî û hêvî dikim Xwedê Telaya biheştê bike nisîbê wî.