Desteyeke YNK di şîna serdar Silêmanî da pişikdar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311937-desteyeke_ynk_di_şîna_serdar_silêmanî_da_pişikdar_bû
Desteyeke Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê bi serokatîya Ednan Muftî di merasima şîngêrîya jibo serdar Qasim Silêmanî li şarê Hewlêrê da pişikdar bû û Muftî ragihand ku navçe di qonaxeke metirsîdar re derbas dibe û pêwîst e ku hemî alî ligorî berpirsyarîyê serederîyê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2020 12:54 Asia/Tehran
  • Desteyeke YNK di şîna serdar Silêmanî da pişikdar bû

Desteyeke Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê bi serokatîya Ednan Muftî di merasima şîngêrîya jibo serdar Qasim Silêmanî li şarê Hewlêrê da pişikdar bû û Muftî ragihand ku navçe di qonaxeke metirsîdar re derbas dibe û pêwîst e ku hemî alî ligorî berpirsyarîyê serederîyê bikin.

Ednan Muftî endamê Civata Bilind a Sîyasî ya YNK piştî pişikdarîya di merasima şîngêrîya jibo serdar Qasim Silêmanî li şarê Hewlêrê da li koma nûçegîhahan got ku em hatine ji ber têrora Qasim Silêmanî û birayên din ku di encama karesata diltezîn da canê xwe ji dest dane sersaxîyê bidin û em şirîkê xema kes û xizmên wan kesan û Komara Islamî ya Îranê ne. 

Ednan Muftî herwiha got: Navçe di qonaxeke metirsîdar re derbas dibe û ber bi rewşeke bitaluke va diçe, pêwîst e ku hemî alî ligorî berpirsyarîyê jibo çareserkirina qeyranê serederîyê bikin, jibo ku gelê Iraqê û gelên herêmê pêrgî şer û pevçûnê nebin.