Fazil Mîranî: Qasim Silêmanî dostê Kurdan bû
Sêkrêtêrê Polîtburoya Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku Qasim Silêmanî dostê Kurdan û iraqîyan bû.
Fazil Mîranî Sêkrêtêrê Polîtburoya Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) di merasima tazîdarîya jibo Serdar Qasim Silêmanî ku li Konsolxana Komara islamî ya Îranê li Hewlêrê pişikdar bibû, got ku ragihand ku Qasim Silêmanî dostê Kurdan û iraqîyan bû û roleke baş di şerê dijî DAŞ`ê de hebû.
Wî herwiha got ku ser navê Hikûmeta Herêma Kuridstanê û Serokatîya Herêmê û Barzanî sersaxî daye Hikûmeta Îranê û binemala Silêmanî.
Fazil Mîranî herwiha got ku em hêvîdar in jidestdayîna wî bibe sedema bidestxistina armancan.
Sêkrêtêrê Polîtburoya Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) pêgirî jî kir ku wek Kurd hewl didin Iraq nebe meydana komên navçeyî, çinku Iraq nikare ji vîya zêdetir tamul bike.