Nêçîrvan Barzanî: Iraq û navçe rewşeke dijwar derbas dikin
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê raghand: Iraq û navçe rewşeke dijwar derbas dikin.Buyer û pêşhateyên giring li ser Herêma Kurdistanê jî hene.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina sala nû peyameka pîrozbahîyê belav kir û raghand:
Sala nû li hemû Kurdistaniyan pîroz be, hêviya saleke tije şadî û serketin ji hemûyan re, ji cîhanê û mirovahiyê re bi giştî dixwazim. Pîrozbahiyeke taybet li malbat û kesûkarên şehîdan, li pêşmergeyên qehreman dikim, em bi rêz û şikodarî wan hemû ezîzan bi bîr tînin yên ku canê xwe gorî Kurdistanê û azadiyê kirin. Hêviya aramî û çareserkirna kêşeyan û qediyana krîz û aloziyan ji Îraqê re û aştî û aramiyê ji hemû xelkê Kurdistanê, deverê û cîhanê re dixwazim.
Em bi yekrêzî, yekîtî û yekhelwêstiya xwe, dikarin rûbirûyî hemû eger û pêşhatan bibin û bi hev re bigîjn perava aramiyê. Ji bona vê yekê emê bi hemû alî û pêkhatên Kurdistanî re hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û yekîtiyê bidomînin. Bi hêvî û geşbînî, berê me li pêşerojeke geştir e.
Ji bo Îraqê jî weke hertim emê alîkar bin û aliyên Îraqî han bidin ku hemû bi hev re erk û berpirsiyariyên xwe yên hevpar li hemberî welat pêk bînin, hemû kêşeyan bi diyalog û hevfêmkirinê li ser bingeha destûrê çareser bikin. Em ji hevpeymaniya navneteweyî jî dixwazin ku ji bo berbirûbûna terorê piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê û Îraqê bidomînin.