Çaremîn Kongira YNK`ê destpê bû
Çaremîn Kongira Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro bi amadebûna hezar û şeş endamên wê partîyê li Silêmanîyê destpê bû.
YNK Çaremîn Kongira xwe îro li Salona Nîşangehên Navnetewî ya Silêmanîyê bi pişikdarîya hezar û şeş endaman û axavtina Cîgirê Yekem ê rehmetîyê Celal Talebanî destpê kir.
Eva yekem kongreya YNK piştî koça dawî ya sekreterê giştî yê wê partiyê Celal Talebanî ye.
Ligorî rapora kanala Rûdawê, Kusret Resûl û Berhem Salih berbijarên posta Sêkrêtêrîya YNK ne û diqewime dengwergirtin û yekalîkirina postan îro û yan sibê bidawî bibe.
YNK di sala 1975`ê de hatîye damezirandinê û heta nika 3 Kongire û 2 Konfirans û 5 Pilonom lidar xistine. Sêyemîn Kongira YNK di 1`ê Hezîrana sala 2010`an de hat lidarxistinê û Kongira Çaran jî divîya sala 2013`ê de were lidarxistinê.