Dawîn zanyarî derbarê lidarketina Kongreya çarem a YNKê
Tevî ku tenê pênc roj heta lidarketina Kongreya çarem a YNKê maye, lê hîn diyr nîn eku gelo ev kongre dê di dema xwe da were lidarxistin an na.
rayedarekî berpirs li nav YNKê ji Şar Pressê ra got: Hîn rûn nebûye ku gelo kongre di dema xwe da dê were lidarxistin an na û bo vê yekê jî îro an sibe ev yek diyar dibe.
Wî her wiha got: Kêşe li ser cîgeha serok an sekreter e, li ser desthilatê bîr û raya ciyawaz heye û cîgiran heta niha li ser wê li hev nekirine. Ev di rewşekê da ye ku biryar e 21ê v mehê kongreya çarem a YNKê pêk bê û hemî amadekariyên wê jî hatine kirin. Îro jî lijneya nivîsandina peywira navxweyî ya YNKê ragihand ku xebata xwe bi dawî aniye.
Heftiya pêş jî konferansa navendî pêk hat û endamên Kongreyê jî hatin bijartin. Niha tenê eva maye ku mekteba siyasî an serokatiya Yekîtiyê li vî warî da niryareka yekalîker bidin.