Dewama êrişên hewayî û topxaneyî yên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê
Artêşa Tirkiyê piştî êrişa hewayî ser navçên xelknişîn ên Sîdekanê li Herêma Kurdistanê, navçên hanê dan ber topan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê ji siba îniyê va dest bi gereçavdêriya ser esmanê hin navçên Herêma Kurdistanê bi taybet navça Soranê li parêzgeha Hewlêrê kirine û gundê Xelîfanê li navça Sîdekanê ser bi Soranê li vê parêzgehê dan ber êrişên hewayî.
Êhsan Çelebî rêvebirê Sîdekanê li vê barê ji televîzyona Rûdawê re got ku li encama êrişên hewayî yên çiyayên kanî Dîzanê û Serziraranê li Xelîfanê bi tundî ketine ber êrişan û derve li gil û giyanên van navçana ketiye.
Wî got ku piştî van êrişan, topxana artêşa Tirkiyê jî hemen navçên bombebarankirî dane ber êrişê û dubarekirina van êrişan dibin sedema tirs û dilgiraniya welatiyan û hin kes terka malên xwe dane û ji vê navçê derketine.