Zêdekirina derfirotina nifta Herêma Kurdistanê bi qasî 500000 bermîlan li rojê
Kanûn 12, 2019 12:29 Asia/Tehran
Saziya S & P Globalê raghand ku derfirotina niftê ji Herêma Kurdistanê bi awayekî kêmmînak zêde bûye û gihêştiye rojê 502 hezar bermîlan.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, saziya S&P Globalê li rapora xwe ya îro li bara zêdebûna derfirotina niftê ji Iraqê û Herêma Kurdistanê agahî daye.
Li gor vê raporê, asta derfitotina niftê ji Iraqê ji meha Mijdarê rojê 19000 bermîl zêde bûye û gihêştiye rojê 4 milyon û 595 milyon bermîlan. Helbet dayîna vê asta nifta xav ji Iraqê, nifta derfirotî ya Herêma Kurdistanê jî girtiye ber xwe.
Li vê raporê hatiye amajekirin ku Herêma Kurdistanê firotina nifta xwe bi awayekî berbiçav zêde kiriye li halekê ku nifta firotî li Cotmehê rojê 414000 bermîl û li meha Îlonê jî rojê 396000 bermîl bûye.