Dewletê pêşnûmaya çaksaziyan radestî parlemana Herêma Kurdistanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i311165-dewletê_pêşnûmaya_çaksaziyan_radestî_parlemana_herêma_kurdistanê_kir
Serokê parlemana Herêma Kurdistanê raghand ku pêşnûmaya çaksaziyan li Herêma Kurdistanê piştî taxima dewletê piştrast kiriye, radestî parlemanê hatiye kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 12:21 Asia/Tehran
  • Dewletê pêşnûmaya çaksaziyan radestî parlemana Herêma Kurdistanê kir

Serokê parlemana Herêma Kurdistanê raghand ku pêşnûmaya çaksaziyan li Herêma Kurdistanê piştî taxima dewletê piştrast kiriye, radestî parlemanê hatiye kirin.

Rêwaz Fayiq serokê parlemana Kurdistanê bi weşandina nivîsarekê li twittera xwe de ragahndiye ku pêşnûmaya çaksaziyan ji aliyê dewletê radestî parlemana Kurdistanê hatiye kirin. Wî her wiha teqez kiriye ku parleman divê erkên xwe yên qanûnî li bara pejrandina vê pêşnûmayê bi awayê herî baş û li gor berjewendiyên Herêma Kurdistanê cih bîne.

 Rêwaz Fayiq pêştir teqez kiribû ku tu cure bêtifaqiyek navbera partiyên  Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û partiya Demokrat (PDK) wek partiyên serdest li herêmê li bara pêşnûmaya çaksaziyan tine.

 Pêştir jî Elî Muhemed Salih serokê fraksiyona tevgera Goranê li parlemana Kurdistanê li bara pêşnûmaya  çaksaziyan raghandibû ku pêşnûma, 20 xalên sereke û reformên li warên xebatên niftê û girtina pêşiya qaçaxa niftê, postên lêgerînê ên sînorî, sîstema sermalê, qanûnên berhemanînê, qaçaxa dermanan, pêkanîna sindûqên derhatên niftê, piştgriya ji berhemanîna navxweyî, damezrandina konseya bilind a reforman û hin warên din digrin ber xwe.