Têrorîstên DAIŞ`ê careka din li Kolecoyê êrişî hêzên Pêşmerge kirin
Têrorîstên DAIŞ`ê careka din êrişî hêzên Pêşmerge li derdora Xaneqînê û devera Kolecoyê kirin.
Kanala Nûçan a Rûdawê ragihand ku di navbera hêzên Pêşmerge û têrorîstên DAIŞ`ê de li devera Kolecoyê li nêzîkî Kifrîyê pevçûn derket.
Ligorî vê raporê, pevçûn bi êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser hêzên Pêşmerge destpê bû û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar bûne.
Malpera Nûçan a Xelkê jî ragihand ku di wê êrişê de deverên Dekke û Qerebulag li Kolecoyê bûne armanc û Kanala NRT`yê jî ragihand ku di encamê de 4 hêzên Pêşmerge birîndar bûne.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê jî di daxûyanîyekê derbarê êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li Kolecoyê ragihand ku di encama wê êrişê de hêzên Çiqa 3 bûne armanc û ew êrişa DAIŞ`ê bi berteka lezgîn a wan hêzana hatîye pûçkirinê.