Karmendên Tenduristîyê yên Silêmanîyê greva demdirêj ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310596-karmendên_tenduristîyê_yên_silêmanîyê_greva_demdirêj_ragihandin
Ji ber ku berpirsên peywendîdar bersiva daxwazên karmendên Çiqa Tenduristîyê nedan, wan jî greva demdirêj ragihandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 13:29 Asia/Tehran
  • Karmendên Tenduristîyê yên Silêmanîyê greva demdirêj ragihandin

Ji ber ku berpirsên peywendîdar bersiva daxwazên karmendên Çiqa Tenduristîyê nedan, wan jî greva demdirêj ragihandin.

Ligorî rapora Malpera Sibeyê, îro karmendên Çiqa Tenduristîyê yên hemî nexweşxane û navendên dermankirinê yên bazineya Pêncwîn, Seyîd-Sadiq, Şarezor, Dûkan, Qeredag, Şarbajêrê û çend bazineyên navenda Silêmanîyê ji ber pirsgirêka imtîyazên herêmî û bersivnedana berpirsên têkildar li ber derê Birêvebirîya Giştî ya Tenduristîya Silêmanîyê greva demdirêj ragihandin.

Berî vîya jî karmendên Tenduristîyê yên Seyîd-Sadiqê û çend cihên din kom bûn û xwestin ku imtîyazên herêmî bo karmendên Tenduristîyê bên zivirandin û hefteyek jî mecal dan Wezareta Tenduristîyê ku bersiva daxwazên wan bide.