Artêşa Tirkiyê careka din hin navçeyên Herêma Kurdistanê dan ber bombeyan
Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê hin navçeyên şaristana zaxoyê li parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê bi mehneya hebûna hêzên PKKê dan ber bombeyan.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Malpera KNN ragihand ku Firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê roja Îniyê bi qasî du setan çiyayên hinbeşên Zaxo li parêzgeha Dihokê bi giran dane ber êrîşê.
Bombebaran li nêzikî malên welatiyan pêk hat û bû sebeba tirsa niştecihan û gihandina ziyaneka zehf bo zevî û baxên xelkê.
Bombebaran berdewam a navçeyên gel têde yên Herêma Kurdistanê bi mehneya hebûna hêzên PKKê pêk tê û heta niha gellek ziyan ûxisarên canî û abûrî li welatiyên sivîl ketiye.
Li gorî vê nûçeyê, di sala 2019an da 57 babetên êrîşê tenê li ser navçeya Batîfayê li parêzgeha Dihokê pêk hatine; Cihê ku roja Îniyê jî kete ber vê destdirêjiyê.