Li Hewlêrê 18 hezar belavok li ser boykotkirina malên Tirkiyê hatin belavkirin
Berpirsê Tîma Gerok a Pêngava Boykotkirina malên (kelûmelê) Tirkiyê ya li Hewlêrê Rêbaz Faruq eşkere kir ku ji destpêka pêngava boykotkirinê ve 18 hezar belavok li ser boykotê belav kirine û xelk bi germî pêşwaziya boykotê dikin. Herwiha Faruq diyar kir ku ji ber bandoriya boykotê firotina berhemên şîrketa Altun ji sedê 40 kêm bûye.
Piştî ku dewleta Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ku piranî ji komên terorîst pêk tên, dest bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, li Herêma Kurdistana Iraqê li dijî êrişên hanê pêngava boykota malên Tirkiyê hate destpêkirin û hate niha didome.
Berpirsê Tîma Gerok a Pêngava Boykotkirina malên Tirkî ya li Hewlêrê Rêbaz Faruq eşkere kir ku ji destpêka pêngavê ve 18 hezar belavok li ser boykotê belav kirine û xelk jî bi germî pêşwaziya boykotê dikin.
Rêbaz Faruq anî ziman ku gelek dermanxane hene ku dibêjin êdî dermanên Tirkiyê bi kar nayînin
Herwiha Faruq diyar kir ku ji ber bandoriya boykotê firotina berhemên şîrketa Altun ji sedê 40 kêm bûye û wiha domand;"Wê pêşgav berdewam bike û wê pir reng be. Di pêşerojê de em ê çalakiyan bikin. Bi taybet li dijî rêzefilmên ku destê xwe xistina nav jiyan û malbatan de. Herwiha li gel hunermendan dest bi pêngav û zextên li ser Wezareta Rewşenbîrî bikin ku bi temamî rêzefilmên Tirkî rawestînin."
Herwiha di çarçova berdewamiya pêngava boykotkirina malên Tirkî li Hewlêr de aktîvîstan li Parka Şar a Hewlêrê broşurên têkildarî boykotê belav kirin.
Yek ji çalakvanan Ako Ehmed, têkildarî pêngava boykotê got: “Em weke çalakvanên bajarê Hewlêr bi karekî mirovî û exlaqî rabûne. Em bi boykotkirina malên Tirkiyê parastina xwişk û birayên xwe yên li bakur û bakura rojhilata Sûriyê dikin.”
Herwiha piştî hefteyekê ku xebat hatin meşandin di 13’ê Mijdarê de (pêr) pêngava boykotkirina malên Tirkiyê li Şengalê û her wiha li bajarokên Sinûnê, Xanesorê û hinek gundan hat destpêkirin. Derbarê mijarê de belavkirina belavokan jî li gund û bajarokên Şengalê dewam dike. Di belavokan de bang li welatiyan tê kirin ku malên Tirkiyê nekirrin û girîngiyê bidin malên xwemalî.Herwiha tê gotin ku ji bo agahdarkirina gel derheq boykotkirina malên Tirkiyê li Şengalê komîteyek hatiye avakirin.