Destpêbûna nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310286-destpêbûna_nîşangeha_navnetewî_ya_kitêban_li_silêmaniyê
Ewil nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê bi pişkdariya nûnerê serokkomarê Iraqê û cîgirê serokê herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê çanda herêmê û parêzgarê Silêmaniyê karê xwe destpê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2019 12:19 Asia/Tehran
  • Destpêbûna nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê

Ewil nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê bi pişkdariya nûnerê serokkomarê Iraqê û cîgirê serokê herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê çanda herêmê û parêzgarê Silêmaniyê karê xwe destpê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Îro pêncşemê Ewil nîşangeha navnetewî ya kitêban li Silêmaniyê bi munasibeta 235-mîn salvegera damezirîna vî bajarî bi pişkdariya nûnerê serokkomarê Iraqê û cîgirê serokê herêma Kurdistana Iraqê û wezîrê çanda herêmê û parêzgarê Solêymaniyê karê xwe destpê kir.

Ev nîşangeha ku ji îro pêncşemê destpê bûye bo mudeha 9 rojan dê bê domandin û li kêlega vê nîşangehê çend civîn û penêlên hunerî û edebî jî dê birê kevin.

Kitêbên vê nîşangehê bi zimanê kurdî, Ingilîzî, Farsî, Erebî û çend zimanên dine cîhanê ne û 180 veşanxane ji Iraq, Herêma Kurdistana Iraqê, Îran, El-Cezayêr, Tûnês, Erebistan, Mîrnişînên erebî, Sûdan, Urdin û Tirkiyê berhemên xwe birine vê nîşangehê.