Daxûuyaniya ofîsa serokê Parlemana Iraqê derbarê hevdîtina bi serokê Herêma Kurdistanê re
Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî û serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de derheq geşedan û rûdanên siyasî li Iraqê û xwenîşandanên vê demê yên iraqiyan û hewldanên ji bo cihanîna xwestekên rewa yên xwenîşanderan gotûbêj kirin.
Ofîsa serokê Parlemana Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku Helbûsî duh li Bexdayê pêşewazî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û taxima parlemanî ya pê re kir û bi Nêçîrvan Barzanî û taxima hanê re rûnişt.
Serokê Parlemana Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtina xwe ya li Bexdayê ser geşedan û rûdanên siyasî li Iraqê û xwenîşandanên vê demê yên iraqiyan li Bexdayê û hin bajarên başûr û navenda Iraqê û ser xwestekê rewa yên xwenîşanderên hanê gotûbêj kirin.
Wan herwiha paketên pêşniyarkirî li bara reformên pêwîst û qanûnên pêwendîdarê xwestekên gel û pejirandina qanûnên nû li vê barê de ji aliyê Parlemanê hilkolandin û xwestin ku dewlet û parleman li van babetan gavên lezgîn bavêje.
Nêçîrvan Barzanî li hevdîtina xwe bi Helbûsî re ragihand kutevger û aliyên kurd ên Iraqê amade ne bi gişt alî û şirîkên xwe yên Iraqî re ji bo kokbirkirina pirsgirêkên gelê Iraqê hevkariyê bikin da ku gavên bi bandor û reformên hêja ser xêra xelkê werin rakirin û pêk werin. Wî herwiha amadetiya kurdan bona hevkariyê di çarçova çêkirina reforman di nav qanûna bingehîn de li gor xwestekên rewa yên gel û li gor berjiwendiya ewlehî û îstiqrara Iraqê, diyar kir .
Nêçîrvan Barzanî duh danê sibê çû Bexdayê.