Her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê biryareke hevpişik didin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i310024-her_sê_serokatîyên_herêma_kurdistanê_biryareke_hevpişik_didin
Civîna sê serokatîyên Herêma Kurdistanê (serokatîya Herêm, hikumet û Perleman) destpêkir û dû re jî bi pişikdarîya serokkomarê Îraqê li gel alîyên sîyasî civîneke berfireh birêve çû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 05, 2019 14:58 Asia/Tehran
  • Her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê biryareke hevpişik didin

Civîna sê serokatîyên Herêma Kurdistanê (serokatîya Herêm, hikumet û Perleman) destpêkir û dû re jî bi pişikdarîya serokkomarê Îraqê li gel alîyên sîyasî civîneke berfireh birêve çû.

Piştî vê civînê, biryare her sê serokatiyê Herêma Kurdistanê bi pişikdarîya serokê komara Îraqê, Berhem Salih,  li gel alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê civîneke berfireh encam bidin û rewşa niha ya Îraqê û peywendîyên navbera Herwlêr û Bexdayê tewereke sereke ya civînê dibe.

Duh êvarê, Berhem Salih, serokê komara Îraqê gehişte bajarê Hewlêrê û li firokexaneya nêvdewletî ve ji alîyê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.

Kombûna her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê bi dawî hat û di kombûnê de, biryareke hevpişik dan derbarê egerên hemwarkirin û guherina destûra Îraqê û mafên xelkê herêma Kurdistanê.

 Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî, serokê hikûmata Herêma Kurdistanê û Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê, bi pişikdarîya cêgir û harîkarên wan li avahîya serokatîya Herêma Kurdistanê rewşa Îraq û deverê gengeşe kirin.

Derbarê her pêşhat û egerekê bo guhertina destûra Îraqê biryar dan, ku nabe di hevwarkirina destûr de dest li mafên Kurd bidin.

Piştî bi dawî hatina kombûn her sê serokatîyan, kombûna hersê  serokatîyên Herêma Kurdistanê û kesên yekem ji alîyên sîyasî  bi pişikdarîya serokê komara Îraqê li Hewlêrê destpêkir.

Ev kombûnên hanê hevdem in li gel rewşa Bexdayê ku bi sedema xwenîşandanan û hewlên guhertina hikumet û hevwarkirina destûrê durist bûye. Di kombûna dawîyê ya hejmareke hêz û alîyên sîyasî yên Îraqê de bi serperiştîya Behem Salih, serokê Îraqê, li ser çend xaln rêkkevtibûn û yek ji wan xalan jî hemwarkirina çend movikên destûra Îraqê bû.