Hevdîtina serkonsûlê Îranê li Silêmaniyê û Birêveberê Giştî yê Gomrikên Herêma Kurdistanê
Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê bi Birêveberê Giştî yê Gomrikên Herêma Kurdistana Iraqê re di hevdîtinekê de ser hevkariyên gomrukî yên dualî gotûbêj kirin.
Serkonsûlê Komara Îslamî ya Îranê li Silêmaniyê Mehdî Şûşterî bi Birêveberê Giştî yê Gomrikên Herêma Kurdistanê Samal Ebderehman re duh li konsûlxana Îranê ya li Silêmaniyê ser hevkariyên gomrukî yên Îranê û Herêma Kurdistanê axivtin. Di vê hevdîtinê de birêveberên gomrukên Silêmanî û Başmaqê jî beşdar bûn.
Her dualiyan ser bihêzkirina hevkariyên gomrukî, baştirkirin û pêşxistina binavahiyan, jiholêrakirina pirsgirêkên heyî li derbasgehên gomrukî yên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê axivtin.
Şûşterî li vê hevdîtinê girîngiya rola gomrukan li warê pêşxistina danûstandinên ticarî û gelanî navbera dualiyan bi bîr xist û qedirzaniya xebat û hewldanên kedkar û birêveberên gomrukên Îran û Herêma Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêkan kir û xwest ku her dualî hewlên xwe bona çareseriya pirsgirêkên heyî li gomrukan zêde bikin daku îmkanên gomrukî yên du alî bigihêjin asta standardên cîhanî.
Birêveberê Giştî yê Gomrikên Herêma Kurdistana Iraqê jî bal kişand ser girîngiya pêwendiyên ticarî navbera Îranê û Herêmê û asta hevkariî û hevahengiyên gomrukî yên dualî baş û guncaw da zanîn û diyar kir ku Herêma Kurdistanê bona jiholêrakirina pirsgirêkên heyî li derbasgehên sînorî amade ye daku rê ji bo ticareta hêsan navbera dualiyan serast bibe.