Wergirtina kesên xwazyar ên kurd li zankoya hêza hewayî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309923-wergirtina_kesên_xwazyar_ên_kurd_li_zankoya_hêza_hewayî_ya_iraqê
Zankoya hêza hewayî ya Iraqê ragihandiye ku bo dewra nû ya hîndekarî û perwerdeya hêza hewayî û firokevaniyê, kesên xwazyarê ên ji Herêma Kurdistanê jî tên wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2019 13:36 Asia/Tehran
  • Wergirtina kesên xwazyar ên kurd li zankoya hêza hewayî ya Iraqê

Zankoya hêza hewayî ya Iraqê ragihandiye ku bo dewra nû ya hîndekarî û perwerdeya hêza hewayî û firokevaniyê, kesên xwazyarê ên ji Herêma Kurdistanê jî tên wergirtin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, zankoya hêza hewayî ya Iraqê raghandiye ku bo lidarxistina 80`mîn dewra hîndekarî û perwerdeyê ya hêzên firokevaniyê,  xwazyarên nû ji seranserê Iraqê û ji wan Herêma Kurdistanê tên wergirtin. 

 Azad Şalî, şerhengê amadetî û piştgiriya hewayî li gotûbêja bi malpera fermî ya YNK, Puk Media yê ragihand ku kesên xwebexş li Herêma Kurdistanê ku dewra lîseyê li rişta zanistê dawî kirine dikarin daxwaza xwe bo wegirtinê li zankoya hêza hewayî ya Iraqê û beşdariya li korsên hîndekariya firokevaniyê û rişteyên din ên hêza hewayî raberî nivîsgehên Wezareta Pêşmergeya Herêma Kurdistanê li bajarên herêmê  kirine û berpirsên vê wezaretxanê daxwaziyên wan dişopînin. 

 Pêştir rayedarên Herêma Kurdistanê ji wan cîgirê serokê erkantiya operasyona Wezareta pêşmerge bal kişand ser kêmbûna hejmara  hêzên kurd li artêşa Iraqê bo sedî 2ê û li bara dûhatên kêmbûna  hejmara kurdan li artêşê hişyarî dan.