PDK: Nabe serastkirina destûra Iraqê bo kêmkirina mafên Kurd be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309915-pdk_nabe_serastkirina_destûra_iraqê_bo_kêmkirina_mafên_kurd_be
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, heger destûrê Iraqê hatiba bicihanîn, niha pêwîstî bi guhartina wê nedibû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2019 10:33 Asia/Tehran
  • PDK: Nabe serastkirina destûra Iraqê bo kêmkirina mafên Kurd be

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, heger destûrê Iraqê hatiba bicihanîn, niha pêwîstî bi guhartina wê nedibû.

Berdevkê  PDKê Mehmûd Mihemed di konferanseke rojnamevanî de, derbarê xwepêşandanên li Iraqê de ragihand, gelek pirsgirêk li Iraqê hene, divê hikûmet jî wan çareser bike.

Wî amaje bi wê jî kir, hin kes hene dixwazin rewşê bo xwe bikar bînin û ew wek PDKê ji vê rewşê nîgeran in.

Derbarê serastkirina destûra Iraqê de, Berdevkê PDKê got: Heger destûr wek heye hatiba bicihkirin, niha pêwîstî bi guhartinê nedibû. Pirsgirêk ne di destûrê de ye, belku pirsgirêk di bicihkirina wê de ye.

Wî tekez kir jî, nabe serastkirina destûrê, bibe emrazek ji bo kêmkirina maf û destkeftên xelkê Herêma Kurdistanê.

Li Iraqê piştî derketina xwepêşandanan, hin alî behsa serastkirina hin xalên destûrê dikin. Parlemana Iraqê jî biryar da komîteke taybet bo serastkirina destûrê ava bike.

Derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê de jî Peyvdarê PDKê got, rêkeftina wan û YNK derbarê Parleman û Desteya Wezîran de hatiye bicihkirin, ew postê ku ta niha nehatine dagirtin, ji partiyên din re vedigerin.

Mehmûd Mihemed amaj bi wê jî kir ku li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînên wan heta 3 mehan hatine paşxistin, em jî nizanin YNKê behsa çi rêkeftinekê dike, ku dibêje nehatiye bicihkirin.

Derbarê guhartinên Serokê Hikûmetê jî, Mehmûd Mihemed got: Serokê Hikûmetê naxwaze hemû kar û biryaran li cem xwe kom bike, ji bo vê mebestê jî çend şêwirmend danîne. Desthilata wan şêwirmendan, desthilata Serokê Hikûmetê ye, ne ya kesekî yan wezîrekî ne. Ev jî karekî yasayî ye û ji desthilatên Serokê Hikûmetê ye wî karî bike.