YNK ji ber cihnehatina rêketinameyên digel PDK nerazî ye
Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew partîya ji ber cihnehatina rêkevtinên digel Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) nerazî ye.
Ligorî rapora Kanala Rûdawê, Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer di civîneke çapemenîyê de ragihand ku tu yek ji rêkevtinên di navbera YNK û PDK da cih nehatîye û ew yeka bûye sedema nerazîbûna YNK û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji vê yekê hatîye agahdarkirin.
Berdevkê YNK pêgirî ser pêbendîya vê partîyê ser parastina yekitî û hevgirtinê li Herêma Kurdistanê û girtina pêşîya gêreyê kir û got ku têkilîya di navbera PDK û YNK de bingeha yekitîyê li Herêma Kurdistanê ye û hevpeymanî û têkilîyeke baş jî di navbera van du partîyana û partîyên din ên Herêma Kurdistanê da heye û ew têkilîya garantora parastina berjewendîyên Herêma Kurdistanê û gelê wê bûye.
Wî hişyarî da ku di qonaxa nika de, Herêma Kurdistanê hewcedarê yekitîya navxweyî jibo sekinîna himberî gefên derveyî ye û ragihand ku rêkevtinên di navbera YNK û PDK da sîyasî ne û pişkdarîya sîyasî ya beranber pêwîstîya cihanîna wan û ligorî bawera YNK ew rêkevtin û pişkdarîya sîyasî ya wê partîyê di desthilatê de cih nehatîye.
Letîf Şêx Umer herwiha got ku tevî rêkevtina PDK ûYNK têkildarî kivşkirina endamekî pillebilind ê YNK jibo Parêzgarîya Kerkûkê bi rêya dengên Kurdan di Civata Parêzgeha Kerkûkê de ku Kurd pirranîya wê pêk tînin, hîç pişkeke wê rêkevtinê cih nehatîye û wer xûya dike bi biryara Parlimana Iraqê ya hilweşandina Civatên Parêzgehan, idî derfetek jibo vê babeta girîng nemaye û di vê navberê de gelê Kerkûkê û Herêma Kurdistanê zirarê dibîne.
Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê pêgirî kir ku wê partîyê jibo avakirina kabîneyeke xurt û seranserî û hevgirtî li Herêma Kurdistanê û jibo jinavbirina dûhatên duîdaretîyê ya ji dêstî hatîye kirîye lê helwestên PDK yên cihneanîna rêkevtinên digel YNK, berovajî wan hewildanên YNK ne.