Êrişa hewsayî ya Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i309382-Êrişa_hewsayî_ya_tirkiyê_ser_herêma_kurdistanê
Artêşa Tirkiyê hevgavê êrîşa li dijî navçên kurdnişîn ên Sûriyê, gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê dan ber bombeyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2019 12:48 Asia/Tehran
  •  Êrişa hewsayî ya Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê

Artêşa Tirkiyê hevgavê êrîşa li dijî navçên kurdnişîn ên Sûriyê, gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê dan ber bombeyan.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyê ku ji salên buhurî li dijî navçên xelknişîn û bilindahiyên Herêma Kurdistanê destpê bûne, didomin û îro çarşemiyê artêşa Tirkiyê hevgavê operasyona xwe ya  eskerî  ser navçên kurdnişîn ên Sûriyê, du caran gundên bilindahiyên Gare li navça Amêdiyê ser bi parêzgeha  Dihokê bi tundî bombebaran kir. 

 Li gor vê nûçeyê ev êrişa bû sedem gelek xisar li erdên cotkariyê û rez û giyayên van navçana bikeve û her wiha tirs û xof bikeve nav xwlkê gundî. 

 Fayiq Belafyî ji xelkên vî gundî ji Rûdawê re got ku li vê êrişê, gundên Spîndar û Gurgeşê li Amêdiyê du caran ketine ber bombeyan. 

 Hêjayî gotinê ye ku êrişên hewayî yên Tirkiyê ser navçên sînorî yên Herêma Kurdistanê bona êrişa ser PKK ji salên buhurî ve cih hatiye û li du salan muzakirên aşitiyê navbera Tirkiyê û kurdên vî welatî hat rawestandin lê bi işkesta muzakiran li 2015`an ev êriş cardinê bi giranî destpê bûn û  her roj navçên xelknişîn ên herêmê dikevin ber êrişên hewayî û topxaneyî yên Tirkiyê û heta niha bi dehan welatiyên herêmê li encama van êrişana  canê xwe ji dest dane an birîndar bûn û her wiha  zêde ji 450 gundên herêmê ji ber jinavçûna  binavahiyên pêwîst  ji ber bombebaranê, hatine valakirin.