Mesûd Barzanî: Bila Emerîka nehêle karesatek din bo kurdan çêbibe
Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) li hevdîtina bi serkonsûlê Emerîkayê li Hewlêrê daxwaza parastina vî welatî û hevalbendiya navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ya kurdan li Sûriyê kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, û ji zarê malpera fermî ya Mesûd Barzanî, serokê partiya Demokrat a Kurdistanê, wî li Hewlêrê bi Stîvên Fîgîn, serkonsûlê Emerîkayê hevdîtin pêk anî û li bara êrişa Tirkiyê ser navçên di bin kontrola kurdan li Sûriyê gotûbêj kir.
Barzanî li vê hevdîtinê dilgiraniya xwe ya kûr ji ber derketina karesata însanî bo kurdên Sûriyê da diyarkirin û xwest ku bila Emerîka û hevalbendiya navneteweyî bona parastina kurdan bikevin dewrê.
Serokê berê yê Hikûmera Herêma Kurdistanê her wiha bal kişand ser vê yekê ku kurdan li şerê dijî terorê gelek gorrî dane û got: Niha di vê qonaxê de em li bendê ne Emerîka û hevalbendiya navneteweyî û civaka cîhanî nehîlin kurd li ber çevê wan rastî karesateke din bên.
Daxwaza Mesûd Barzanî ji Emerîkayê bona parastina kurdan li Sûriyê li halekê ye ku Donald Trump bi raghandina derketina hêzên Emerîkayê ji navça bin kontrola kurdên Sûriyê çirayê kesk da Tirkiyê ku êrişî ser kurdên Sûriyê bikin.
Piraniya medyan ji wn medyayê emerîkî Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bi xeyaneta li kurdên Sûriyê û kurd jî Emerîkayê bi binpêkirina soz û qirarên xwe li hember wan tawanbar kirine.