Naveroka kombûna YNK û Gorran eşkere bû
Serokê Civata Niştimanî ya Gorranê got: Pêwîst e civîneke sêalî navbera PDK( Partî) û YNK û Gorran de bê lidarxistin.
Piştî dawîbûna civîna şandeke YNK û Tevgera Gorranê li civîneke rojnamevaniyê de, Serokê Civata Niştimanî ya Gorran behsa naveroka kombûnê kir û raghand, pêwîst e kombûna sêqolî navbera PDK û YNK û Gorran were lidarxistin bona ku piştgiriya kabîna hikûmeta bikin û him jî em bikarbin li hev bikin û daxûyaniyekê bidin.
Ednan Osman, serokê civata Niştimanî ya Gorran got: Pêwîst e peywendiya di navbera Hemî aliyên siyasî hebe, bi taybet ew sê aliyên beşdar li kabîna nû ya hikûmetê.
Wî her wiha diyar kir: Me pêştir jî daxwaz kiribû ku civîna sê alî li dar xînin.
Serokê Civata Niştimanî ya Gorranê her wiha amaje kir: Me birek hevhatinên giring bi YNK re hene û pêwîst e her du alî pêbendê hevhatina navbera me bin.