Tekîda Mesrûr Barzanî ser pêkanîna reforman li Herêma Kurdistana Iraqê
Serokwezîrê herêma Kurdistana Iarqê li civîna tev parlemanterên vê herêmê ragihand ku ew dê reformên sereke li vê herêmê destpê bike ku hedefa van reforman jî beranberiya civakî û dabînkirina xêr û qazanca welatiyên vê herêmê ye.
Li gor rapora medyayên Herêma Kurdistana Iraqê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistana Iarqê li civîna tev parlemanterên vê herêmê bal kişande ser hevkariya dewlet û parlemana herêma Kurdistana Iraqê bona cihanîna reforman li vê herêmê got: Hedefa sereke ji van reforman beranberiya civakî , sereberdana saziyên dewletî û dabînkirina xêr û qazanca welatiyên vê herêmê ye .
Li vê civînê li ser pilanên dewleta xwecî ya Herêma Kurdistana Iraqê hate axivtin û Barzanî ragihand: Pêşnivîsa van reforman bi vê zûtiyê dê amade be.
Mesrûr Barzanî ragihand: li pilana reformên Herêma Kurdistana Iarqê herwisa li ser mesela mûçeya xelkê jî pilan heye.