Qubad Talebanî: Pêşketinên baş di muzakirên Hewlêr-Bexdayê de pêk hatine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i308352-qubad_talebanî_pêşketinên_baş_di_muzakirên_hewlêr_bexdayê_de_pêk_hatine
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku pêşketinên baş di muzakirên Hewlêr-Bexdayê de pêk hatine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 17, 2019 06:26 Asia/Tehran
  • Qubad Talebanî: Pêşketinên baş di muzakirên Hewlêr-Bexdayê de pêk hatine

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku pêşketinên baş di muzakirên Hewlêr-Bexdayê de pêk hatine.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Qubad Talebanî bi Berpirsê Nivîsgeha Desteya Alîkarîyê ya NY bo Iraqê (UNAMI) re li Hewlêrê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Ligorî daxûyanîya Nivîsgeha Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî di wê hevdîtinê de ragihand ku pêşketinên baş di muzakirên Hewlêr-Bexdayê yên di çarçova nehîştina nakokîyên di navbera her du alîyan û lihevkirinê de pêk hatine.

Qubad Talebanî pêgirî kir: Destûra Bingehîn a Iraqê çarçêveke qanûnî jibo çareserkirina pirsgirêkan û nehîştina nakokîyan e.

Alûgurên herîdawîyê yên Iraq û navçê ji mêhwerên din ên wê gotûbêjê bûn.

Ev gotinên Qubad Talebanî derbarê pêşketina di muzakireyên Hewlêr-Bexdayê de di halekî da ne ku biryar e dewra duyem a muzakirên her du alîyan destpê bibe.