Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî: Pawanxwazî vegeryaye Herêma Kurdistanê
Yek ji endamên Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê teqez kir ku pawanxwazî vegeryaye Herêmê û opozosyon di dewrana xwe ya herîlawaz de ye.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê Ebûbekr Heldenîdi hevpeyvînekê de destnîşan kir kabîne û parlemana niha yên Herêma Kurdistanê lawaztirîn kabîne û parleman pêka dewrên derbasbûyî ne.
Heldenî got: Dewra pêncan a parlemana Kurdistanê ku ez bi xwe endamek ji wê me û her wiha kabîna niha, dewrên herî lawaz û herî kirêt ên parleman û kabînê ne ku ji dema damezrandina hikûmeta herêmê li ser kar bûne û ji ber asta wan a nişîv nikarin xwestekên wan cih bînin.
Parlimanterê Yekgirtûya Îslamî li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: Partiyên serdest naxwazin û nahêlin dewra niha ya parlemana Kurdistanê serbixwetiya dengan hebe û hegera wê jî vedigere ser mahiyeta van partiyan ku dervey prensîpên demokratîk xebatê dikin û xwediyê çavkaniyên derhatê û çiqa eskerî û her wiha peywendiyên berfireh li asta navneteweyî ne û li gêreyên navxweyî bi alîkariya welatên biyanî serdestiya xwe sepandine.
Heldenî li bara hewldanên bo cihanîna reforman li Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û derxistina vê hêzê ji bin desthilata partiyan got: Ev kiryar an divê bin zexta navneteweyî cih were an ji riya zext û zora navxweyî.