Omer Seyîd Elî careke din weke Sekreterê Gişt Goranê hat hilbijartin
Omer Seyîd Elî careke din weke Sekreterê Gişt Tevgera Goranê hat hilbijrtin.
Li navenda Tevgera Goranê ya li Silêmaniyê, îro civîna ji bo diyarkirina sekreter û rêveberiyê hat lidarxistin. Di encama dengdana di wê civînê de Omer Seyîd Elî, careke din wek sekreterê Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Omer Seyîd Elî, bi wergirtina 28 dengan, weke Sekreterê Gişt Tevgera Goranê hat hilbijartin.
Li gor dengdana di civînê de,Ednan Osman, weke Sekreterê Civata Niştimanî, Cemal Hacî Mihemed, wek sekreterê Civata Giştî, Celal Cewher, weke sekreterê Karûbarê Firaksiyonanî, Birzû Mecîd, weke Sekreterê Karûbarê Xelkê û Derbaz Mihemed jî weke Sekreterê Karûbarê Jûreyan hatin hilbijartin.
Omer Seyîd Elî, sala 1945an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1974an bi awayî aktîf dest bi kar û barên siyasetê kir. Ji ber xebatên siyasî, ji aliyê rejîma Baes ve hat girtin û piştî heyamekê sala 1979an bi lêborîneke giştî ji zîndanê derket.