Hikûmeta herêmê artêşa Tirkiyê û PKK hişyar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pey birîndarbûna welatiyên sivîl ên herêmê ji ber êrîşa esmanî ya Tirkiyê, çekdarên Tirkiyê û hêzên PKKê hişyar kirin ku nebin sebeba lêketina ziyanê li welatiyên herêmê.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di daxuyaniya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê va hatiye weşandin, ji hêzên PKKê ku li Çiyayê Qendîlê ne û çekdarên Tirkiyê ku ketina nav axa herêmê hatiye xwestin ku nebin sebeba lêketina ziyanê li welatiyên herêmê.
Her wiha amaje pê hatiye kirin ku çend welatiyên herêmê di encama bombebarana artêşa Tirkiyê da birîndar bûne û gellek ziyan li gund û malên rûniştiyên bintara Qendîlê ketiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nerazîtiya xwe ji vê yekê radigihîne.
Duh Duşemiyê firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê gundên navçeya Sengserê li bintara Qendîlê li Herêma Kurdistanê ji wan gundên Boliyê bi giranî bombebaran kirin û Nehro Ebdullah qayîm meqamê navçeya Sengserê ragihand ku di vê êrîşa esmanî da malên xelkê li gundê Boliyê ketine ber êrîşê û du welatiyên sivîl jî birîndar bûne.