Êrişên hewayî yên Artêşa Tirkîyê ser meqerên PKK`ê hatine dijwarkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307340-Êrişên_hewayî_yên_artêşa_tirkîyê_ser_meqerên_pkk_ê_hatine_dijwarkirinê
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku êrişên hewayî yên Artêşa vî welatî ser meqerên PKK`ê li bakura Iraqê hatine dijwarkirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2019 11:54 Asia/Tehran
  • Êrişên hewayî yên Artêşa Tirkîyê ser meqerên PKK`ê hatine dijwarkirinê

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku êrişên hewayî yên Artêşa vî welatî ser meqerên PKK`ê li bakura Iraqê hatine dijwarkirinê.

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku di encama dijwarkirina êrişên hewayî yên vî welatî ser meqerên PKK`ê li bakura Iraqê de, 13 meqerên leşkerî yên vê komê hatin jinavbirinê.

Herî dawî jî, duh balafirên cengê yên Artêşa Tirkiyê, gundên Qirnaqe û Pişt Aşan û Sarde, Bêrimke, Sergelî, Qelatokan û Gelî Bedran herwiha çiyayê Bêrimte li quntara Çiyayê Qendîlê bombebaran kirin.