Balafirên cengê yên Tirkiyê êrişî gundên Sîdekanê kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307259-balafirên_cengê_yên_tirkiyê_êrişî_gundên_sîdekanê_kirin
Artêşa Tirkiyê bi êrişên hewayî û topxaneyî gundên navça Sîdekanê ser bi parêzgeha Hewlêrê dan ber êrişan.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tebax 14, 2019 15:07 Asia/Tehran
  • Balafirên cengê yên Tirkiyê êrişî gundên Sîdekanê kirin

Artêşa Tirkiyê bi êrişên hewayî û topxaneyî gundên navça Sîdekanê ser bi parêzgeha Hewlêrê dan ber êrişan.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, malpera Xendanê raghand ku vê sibê siet 9 li gor dema herêmê, artêşa Tirkiyê cardinê navçên  xelknişîn dane ber êrişan.

Li gor vê nûçê li vê êrişê gundên Xelîfan, Lêlikan, Seyran û nanvça Xakurkê li nahîya Sîdekanê ser bi parêzgeha  Hewlêrê,  ketine ber êrişên hewayî û topxaneyî yên artêşa Tirkiyê.

Li gor  vê nûçê, ev êriş heta îro berêvarê jî bi awayekî berbilav hatin domandinê û bûne sedema agirberbûnê li vê navçê û jinavçûna gil û giyanên wê deverê.

Êrişên hewayî û topxaneyî yên Tirkiyê ser navçên xelknişîn ên herêmê  ser navê êrişa ser PKK ji salên 90`î ve destpê bûne û heta niha zêde ji 450 gundên herêmê li encama  van êrişana  hatine valakirin û binavhiyên wan navçana ji nav çûne û bi dehan welatiyan canê xwe ji dest dane yan birîndar bûne.