Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê pêşhatên herî dawî gotûbêj kirin
Tebax 13, 2019 07:32 Asia/Tehran
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê li bajarokê Pîrmamê civiyan û derbarê şerê li dijî DAIŞê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku duh roja Duşemê 12ê Tebaxa 2019an, serokê PDKê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê, Necah Hesen el Şemerî kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Barzanî û Necah Hesen el Şemerî di vê civînê de nêrînên xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de anîne ziman.
Herwiha di civînê de, herdu aliyan şerê li dijî DAIŞê û pêşhat û guhertinên li navçeyê jî nirxandin û gotûbêj li ser wan mijaran kirin.