Pêgiriya li ser berfirehkirina pêwendiyên Îranê û Herêma Kurdistanê
Di hevdîtina navbera Serkonsolê Îranê li Hewlêrê digel Alîkara duyem a Seroka Parlimana Herêma Kurdistanê li ser berfirehkirina hevkariya navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê pêgirî hat kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Nesrullah reşnûdî Serkonsolê Îranêî li Hewlêrê di hevdîtian bi Mona Qehweçî, Alîkara duyem a Seroka Parlimana Herêma Kurdistanê tevî amajeya bi cîgeha bibandor a Parlimanê li Herêma Kurdistanê û tevî pêşwaziya ji damezirandina hikûmeta nû li herêmê û piştevaniya ji atmosfera erênî ûhevkariya pêkhatî navbera Hewlêr û Bexdayê, li ser amadetiya Îranê jibo xurtkirina hevkariyan pêgirî kir.
Di vê hevdîtinê Mona Qehweçiyê jî sipasiya alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo gelê Herêma Kurdistanê nemaze di salên dawî da di şerê DAIŞ da kir.
Serkonsolê Îranê li Hewlêrê di hevdîtineke cuda digel Hêmin Hewramî Alîkarê yekem ê Seroka Parlimana Herêma Kurdistanê jî li ser rola Parlimana Herêma Kurdistanê di pêşdebirina hevkariyan pêgirî kir.
Hêmin Hewramî j li ser amadetiya Parlimana Herêma Kurdistanê di warê berfirehkirina hevkariyên parlimanî û danûstandina tecrubeyan dualî pêgirî kir.