Aliyên kurdî hewla didin bi lîsteyekê beşdarî helbijartinên Kerkûkê bibin
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, ew ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li gel lîsteyekê ne û di vî halî de dixebitin hilbijartinan paş bêxin.
15 partî û aliyên Kurdî biryar dane ku bi yek lîstê beşdarî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibin, di nava wan partiyan de jî PDK û YNKê jî hene, ku wek du partiyên xwedî pêgeheke bihêz û camewerekî berfirehin li bajêr.
Biryar e jî ew her du partî rêbertiya lîstê bikin, ev jî di rewşa ku hilbijartin dereng nekeve, ji ber ku niha rewşa Kerkûkê ne asayî ye û hin hêzên siyasî daxwaza paşxistina dema dengdanê dikin.
Berpirsên PDKê kar ji bo paşxistina hilbijartinê dikin, asayîkirina rewşa Kerkûkê bûye mercê PDKê yê ji bo beşdarî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bibe.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran di wê derbarê de ji K24ê re îdia kir ku Kerkûk bajarekî dagîrkirî ye û rewşa wê nehatiye asayî kirin, dengdar nikarin bi azadî dengên xwe bikar bînin. Herwiha PDKê jî nikare bangeşeya hilbijartinan bike, ji ber baregehên wê dagîrkirî ne.
Parlemana Iraqê biryar daye di meha Nîsana 2020an de li tevahiya bajarên Iraqê û parêzgeha Kerkûkê jî hilbijartina Encûmena Parêzgehan birêve biçe.