Asta sermayeguzarîya bîyanî ya li Herêma Kurdistana Iraqê hat ragihandinê
Sazîya Karên Berhemanîn û Sermayeguzarîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, ragihand ku di salên buhurî de bayê 6 milyard û 26 milyon dolarî sermîyan li vê Herêmê hatîye bikaranînê.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, ligorî amara ku Sazîya Karên Berhemanîn û Sermayeguzarîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê weşandîye, di navbera salên 2006 û 2019`ê de zêde ji 837 projên berhemanîn û avedankirinê li Herêma Kurdistanê hatine cihanînê û ji wê hejmarê 801 proje ji hêla şirketên navxweyî yên herêma Kurdistanê ve û 43 proje jî ji hêla şirketên bîyanî ve û 29 proje jî bi awayê hevpar hatine cihanînê.
Jibo wan projana 51 milyard û 560 milyon û 511 hezar Dolar hatîye xerckirinê ku sedî 11.69`î wî ber para sermayeguzarên bîyanî û sedî 7.36 jî bi awayê hevpar ji hêla sermayeguzarên navxweyî û bîyanî va hatîye dabînkirinê.