Mesrûr Barzanî û Konsolê Îranê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i306992-mesrûr_barzanî_û_konsolê_Îranê_pêwendiyên_dualî_gotûbêj_kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û konsolê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî berfirahkirina pêwendiyên dualî û bi taybet di warê aboriyê de gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2019 07:33 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî û Konsolê Îranê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û konsolê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî berfirahkirina pêwendiyên dualî û bi taybet di warê aboriyê de gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh pêşwazî li konsolê nû yê komara Îslamî ya Îranê Nesrulah Reşnûdî li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de, Serkonsolê Îranê li Hewlêrê ji bilî ku pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir, hêviya serkeftinê di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî jê re xwast.

Herwiha Mesrûr Barzanî bixêrhatina konsolê nû yê Îranê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.