Agir bi kampa Çemişko ya awareyên Şingalê ket
Li navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistana Iraqê îro agir bi Kampa Çemişko ya awareyên Kurdên Êzidî ket û di encama şewatê de heta niha 20 konên li kampê şewitîne.
Rêveberê Kampa Çemişko ya li Zaxoyê, Meimûn Ebdî ji Rûdawê re ragihand, “agirê li kampê derdora saet 06:30ê îro serê sibê derket û di encama agirpêketinê de, 20 konên awareyan şewitîne.”
Rêveberê Kampa Çemişko ku kurdên êzidî ên Şingalê tê de ne, herwiha diyar kir, “di encama şewatê de ti zirarên canî nebûne, lê zirareke mezin a madî gihîştiye kampê.”
Bi gotina Meiûn Ebdî, tîmên berevaniya sivîl û agirvemirandinê, mijûlî kontrolkirin aagir in.
Zêde ji 360 hezar kurdên êzidî ên Şingalê piştî êrişa terorîstên DAIŞê û ser Şingalê û komkujkirina kurdên êzidî, terka vê deverê dan û li Kampên awareyan li bajarê Herêma Kurdistanê bi cih bûn.